Thursday, December 5, 2013

Bîrokrasî

Bîrokrasî: Nerîneke ne şexsî li rêxistin û saziyan ku girêdayî pêkaheteyin fermî ku tê de rêbaz, rêveberiya fermî û pêşberî li gorî amancin taybet bo rêveberiyê hatine danîn.

Max Weber

Civaknasek, feylesûf û aborîzanekî  Alman e, li gel Émile Durkheim û Karl Marxî bandor li dîtaneya sosyolojiyê kir. 

Kapîtlaizm û soyalîzm

Kapîtalîzm: alav û amûrên hilberandinê di destê hin kesên taybet de ye.
1. Bazar azad
2. armanca serkeke di peygala kapîtalîst e, qezenc û kelk e.
3. berhevkirina pere û mal di destê kesên xwedîmal de.
4. "laissez-faire" hikûmet kar û bazaran dihêle bê ku ti destwerdanê bike ku çawa bixwazin wisa bixebitin.
Erêniyên kapîtalîzmê:
1. derfet û fesendê bo kesan diafirîne ku mal û milkên xwe zêde bike.
2. karê zêde bi pereyên zêde tê xelatkirin
Neyêniyên Kapîtalîzmê:
1. Kesên xwediyê malî zêde qezenc dikin û yên dî wek xwe dimîne..
2. reqabet tund carine dihêle kesên xwedî derfetên mezin bikarin bi ser kevin
Sosiyalîzm: pergaleke li ser başkirina rewşa herkesî tê avakirin ne ya hinan.
Herkes dixebite lê pere li ser herkesî tên parkirin.
1. bazara azad tune.
2.Hikûmet dê derfetan ji herkesî re biafirîne.
Nîşe: komunîzm rehendeke tund e ji sosyalîzmê re, ku li gor Marx ew pergaleke demî ye bo kominîzmê
Erêniyên sosyalîzmê:
1. dadmendî di belavkirin û parkirina çavkaniyên abor^.
Neyênî:
Ji ber ku hikûmet her tiştî bi rê ve dibe û hewl dide loma bac pir bilind in. Ev jî wê hesta ku mirov dixebite bo bê sizakirin.

Wednesday, December 4, 2013

Karl Marx- dîn

Karl Marx: dibêje: "dîn afyona mirovan e" ku tê de dibêje "dîn" bûye amûra ku pê zengînan feqîr kontorl kirine..
"Îsa jî feqîr bû"
Li gorî Marx civak ji du beşan pêk dihê:
1. dewlemnd
2. xizan/feqîr
Teoriyeke Karl Marx digot ku pergala kapîtalîst "lixwebiyanîbûn"ê di nav karkeran çêdike anku ew hesta bêhêzbûnê diafirîne û dîn jî dibe sedema pejirandina desttengî û xizaniyê.
Rastiya şaş: Dîn civakê bi exlaq û nirxên bilind dixemşlîne lê di bingehê xwe de çewt e. Dîn rastiyê vedişêre û mirovan dûrî vac an mentiqî dixe.
Li gorî Marx " Dîn hêviyek û rehetiyeke qelp ji mirovên xizane re ji aliyê çîna rêvber ve tê amadekirin"
Marx bawer dikir ku dîn şêweyeke ji xurafeyan e û heger mirov bixwaze dinyayê fêm bike divê ji van xurafeyan bigere. Dîn bala mirovî dikişîne ser "dinyaya" dî û wî ji xizaniya ku dijî dûr disekine.