Wednesday, December 4, 2013

Sosyokûltûral

Makrososyolojî: lêkolîna li civakê ye bi giştî ne ya li beşin biçûk jê.
Peresîna sosyokûltûral: Gerhard Lenski li ser reftarên mirovan nesekîne lê belê bêtir li ser bandora teknolojiyê li ser werarbûna civakê sekinî. Ji ber li gorî Gerhard çiqasî asta teknolojiyê gihayê di civakê de xurt bibe ewqasî civak dê berdwam bike.
Teknolojî li gorî Gerhardî ew şêwe û mêjera ku civak çavkaniyên siruştî li derdora xwe bi kar dihîne, ye.
Heger em li şêweyên civakan binerin û peresîna wan li gor deman
1. Nêçîrvan û berhevkar
2. Bexçevanî
3.Şivanî
4. Çandinî
5. endustrî
6. postendustî( ku ev jî ne ji aliyê Gerhard lê piştî sala 1960an derket)

Nêçîrvan û berhevkar: Ji xwe vê ji destpêka ku mirov "hatine" ser rûyê erdê de heye. Di vê serdema civakî de zelaman nêçîrî dikir û jin û zarokan berhevkariya fêkî û sebzeyan dikir.
Bexçevanî: berÎ 12000 sal dest pê kiriye ( em dikarin bibêjin koçerê kurdan ku çend mehan li cihekî ne û çend mehan li malê ne) zêde nedigeriyan eger şînkayî Û xwarin hebûya û bexçeyin biçûk diçandin.
Şivanî: Berî 10000 sal dest pê kir. ku ev qonax jî wek ya Bexçevaniyê "koçerî" ye. Li ser kedîkirin û xwedîkirina ajalan û kirrîn û firotineke biçûk bi ajalan û berên wan
Çandinî: Berî 5000 sal dest pê kir. Ev civak xwedî gelheyeke mezintir bûn û li cihekî niştîcih bûn ne koçer bûn û amûrên ku çandinê li pê xin çêdikirin û bi pêş ve dibin.
Endustrî: Di navbera salên (1780 û 1850) dest pê kir. di van salan de bikarhanîn wizeyê û makîneyên mezin, perwerdehiay giştî û febrîqe û karên dî û hikûmet û pergalên revberiyê derketin holê.
Postendustî: piştî sala 1960an de dest pê kir ku birêveberiya aborî li ser bikarhanîn û birêveberiya agahiyan ava bû ku ji civakeke li ser stendina xizmetê çêkir ne li ser hilberandinê di rêya teknolojiya kompûterê.

No comments:

Post a Comment