Monday, December 2, 2013

Dîtaneyên civaknasiyê

Ka pêşî em bibêjn bê "Dîtane" çi ye?
Dîtane an jî bi gotineke dî teorî: dîtane li çima û çawa civak tev digere an jî dinya çima û çawa wisa ye. Dîtane hewl didin bizane bê çima mirov bi awayê ku pê tev digerin, ve digerin.
1.Kargêriya pêkhateyî ( Structural functionalism)
Civak kompleksek e lê di hundirê xwe de xwedî pergaleke ku bi hev re dide û distîne, ye. Anku hemû endamên civakê bi hev re dixebitin ta ku istiqrarê çêkin.
Wek laşê mirovî ye: dest, ling û serî hene ku bi hev re dixebitin ta ku bigihên istiqrarê.
Em ê mînaka werzîşê bidin bo ku em vê teoriyê û hemû teoriyên dî berwirdî hev bikin.
Maça gogê li gel ku ji gelek endaman pê dihê jî û her endameke bi tena xwe jî dilîze lê alîkariya hev dikin ta ku bigihên encameke baş.
2. nakokiya civakî (Social Conflict): Di vê teoriyê de endamên civakê wek kes in ku wekhevî di navbera wan de tune tên destnîşankirin.
Anku gava tu li civakekê binerî tê kesên nijadperest kesên çepgir û kesên homfebîk û hwd bibînî û ev giş nakokiyên civakê ne.
Helbet ev tişt di civakê de  civak bi xwe hewl dide çareser bike.
Dîsa werzîş û gog wek ku tu dibînî dê li wir tîmên cuda hewl bidin ku zora hev bibin û puanan bi dest xin.
Wekî dî ji xwe ew werzîş dê bê wate bûya.
3.femînzm: Berî gişî divê ev bê fêmkirin ku femînzm ne çend jinên ku dixwazin hukim li mêran bike, ye. Lê femînizm  bi xwe hewldana  şkenandina civaka kevneşop e û avakirin û çêkirina wekhevî dadmendiyê di nav zayendan de.
Yanî femînizm ne tenê hewl dide ku wekheviyê ji bo jinê bîne lê ji bo zilaman jî dixwaze.
4. Symbolic Interactionism: Li civakê dinere wek ku organzmeyeke ji gelek pêkateyên biçûk pê hatiye, dinere.
Heger tu bibêjî "semolic" bo çi ye: ji ber her pêkahteyek bi awayekî dixwaze ji xwe re sembolekê çêke.
Heger em vegerin werzîşê  jî her tîmek sembolên wî yên taybet hene.






No comments:

Post a Comment