Thursday, December 5, 2013

Bîrokrasî

Bîrokrasî: Nerîneke ne şexsî li rêxistin û saziyan ku girêdayî pêkaheteyin fermî ku tê de rêbaz, rêveberiya fermî û pêşberî li gorî amancin taybet bo rêveberiyê hatine danîn.

Max Weber

Civaknasek, feylesûf û aborîzanekî  Alman e, li gel Émile Durkheim û Karl Marxî bandor li dîtaneya sosyolojiyê kir. 

Kapîtlaizm û soyalîzm

Kapîtalîzm: alav û amûrên hilberandinê di destê hin kesên taybet de ye.
1. Bazar azad
2. armanca serkeke di peygala kapîtalîst e, qezenc û kelk e.
3. berhevkirina pere û mal di destê kesên xwedîmal de.
4. "laissez-faire" hikûmet kar û bazaran dihêle bê ku ti destwerdanê bike ku çawa bixwazin wisa bixebitin.
Erêniyên kapîtalîzmê:
1. derfet û fesendê bo kesan diafirîne ku mal û milkên xwe zêde bike.
2. karê zêde bi pereyên zêde tê xelatkirin
Neyêniyên Kapîtalîzmê:
1. Kesên xwediyê malî zêde qezenc dikin û yên dî wek xwe dimîne..
2. reqabet tund carine dihêle kesên xwedî derfetên mezin bikarin bi ser kevin
Sosiyalîzm: pergaleke li ser başkirina rewşa herkesî tê avakirin ne ya hinan.
Herkes dixebite lê pere li ser herkesî tên parkirin.
1. bazara azad tune.
2.Hikûmet dê derfetan ji herkesî re biafirîne.
Nîşe: komunîzm rehendeke tund e ji sosyalîzmê re, ku li gor Marx ew pergaleke demî ye bo kominîzmê
Erêniyên sosyalîzmê:
1. dadmendî di belavkirin û parkirina çavkaniyên abor^.
Neyênî:
Ji ber ku hikûmet her tiştî bi rê ve dibe û hewl dide loma bac pir bilind in. Ev jî wê hesta ku mirov dixebite bo bê sizakirin.

Wednesday, December 4, 2013

Karl Marx- dîn

Karl Marx: dibêje: "dîn afyona mirovan e" ku tê de dibêje "dîn" bûye amûra ku pê zengînan feqîr kontorl kirine..
"Îsa jî feqîr bû"
Li gorî Marx civak ji du beşan pêk dihê:
1. dewlemnd
2. xizan/feqîr
Teoriyeke Karl Marx digot ku pergala kapîtalîst "lixwebiyanîbûn"ê di nav karkeran çêdike anku ew hesta bêhêzbûnê diafirîne û dîn jî dibe sedema pejirandina desttengî û xizaniyê.
Rastiya şaş: Dîn civakê bi exlaq û nirxên bilind dixemşlîne lê di bingehê xwe de çewt e. Dîn rastiyê vedişêre û mirovan dûrî vac an mentiqî dixe.
Li gorî Marx " Dîn hêviyek û rehetiyeke qelp ji mirovên xizane re ji aliyê çîna rêvber ve tê amadekirin"
Marx bawer dikir ku dîn şêweyeke ji xurafeyan e û heger mirov bixwaze dinyayê fêm bike divê ji van xurafeyan bigere. Dîn bala mirovî dikişîne ser "dinyaya" dî û wî ji xizaniya ku dijî dûr disekine.


Sosyokûltûral

Makrososyolojî: lêkolîna li civakê ye bi giştî ne ya li beşin biçûk jê.
Peresîna sosyokûltûral: Gerhard Lenski li ser reftarên mirovan nesekîne lê belê bêtir li ser bandora teknolojiyê li ser werarbûna civakê sekinî. Ji ber li gorî Gerhard çiqasî asta teknolojiyê gihayê di civakê de xurt bibe ewqasî civak dê berdwam bike.
Teknolojî li gorî Gerhardî ew şêwe û mêjera ku civak çavkaniyên siruştî li derdora xwe bi kar dihîne, ye.
Heger em li şêweyên civakan binerin û peresîna wan li gor deman
1. Nêçîrvan û berhevkar
2. Bexçevanî
3.Şivanî
4. Çandinî
5. endustrî
6. postendustî( ku ev jî ne ji aliyê Gerhard lê piştî sala 1960an derket)

Nêçîrvan û berhevkar: Ji xwe vê ji destpêka ku mirov "hatine" ser rûyê erdê de heye. Di vê serdema civakî de zelaman nêçîrî dikir û jin û zarokan berhevkariya fêkî û sebzeyan dikir.
Bexçevanî: berÎ 12000 sal dest pê kiriye ( em dikarin bibêjin koçerê kurdan ku çend mehan li cihekî ne û çend mehan li malê ne) zêde nedigeriyan eger şînkayî Û xwarin hebûya û bexçeyin biçûk diçandin.
Şivanî: Berî 10000 sal dest pê kir. ku ev qonax jî wek ya Bexçevaniyê "koçerî" ye. Li ser kedîkirin û xwedîkirina ajalan û kirrîn û firotineke biçûk bi ajalan û berên wan
Çandinî: Berî 5000 sal dest pê kir. Ev civak xwedî gelheyeke mezintir bûn û li cihekî niştîcih bûn ne koçer bûn û amûrên ku çandinê li pê xin çêdikirin û bi pêş ve dibin.
Endustrî: Di navbera salên (1780 û 1850) dest pê kir. di van salan de bikarhanîn wizeyê û makîneyên mezin, perwerdehiay giştî û febrîqe û karên dî û hikûmet û pergalên revberiyê derketin holê.
Postendustî: piştî sala 1960an de dest pê kir ku birêveberiya aborî li ser bikarhanîn û birêveberiya agahiyan ava bû ku ji civakeke li ser stendina xizmetê çêkir ne li ser hilberandinê di rêya teknolojiya kompûterê.

Monday, December 2, 2013

Dîtaneyên civaknasiyê

Ka pêşî em bibêjn bê "Dîtane" çi ye?
Dîtane an jî bi gotineke dî teorî: dîtane li çima û çawa civak tev digere an jî dinya çima û çawa wisa ye. Dîtane hewl didin bizane bê çima mirov bi awayê ku pê tev digerin, ve digerin.
1.Kargêriya pêkhateyî ( Structural functionalism)
Civak kompleksek e lê di hundirê xwe de xwedî pergaleke ku bi hev re dide û distîne, ye. Anku hemû endamên civakê bi hev re dixebitin ta ku istiqrarê çêkin.
Wek laşê mirovî ye: dest, ling û serî hene ku bi hev re dixebitin ta ku bigihên istiqrarê.
Em ê mînaka werzîşê bidin bo ku em vê teoriyê û hemû teoriyên dî berwirdî hev bikin.
Maça gogê li gel ku ji gelek endaman pê dihê jî û her endameke bi tena xwe jî dilîze lê alîkariya hev dikin ta ku bigihên encameke baş.
2. nakokiya civakî (Social Conflict): Di vê teoriyê de endamên civakê wek kes in ku wekhevî di navbera wan de tune tên destnîşankirin.
Anku gava tu li civakekê binerî tê kesên nijadperest kesên çepgir û kesên homfebîk û hwd bibînî û ev giş nakokiyên civakê ne.
Helbet ev tişt di civakê de  civak bi xwe hewl dide çareser bike.
Dîsa werzîş û gog wek ku tu dibînî dê li wir tîmên cuda hewl bidin ku zora hev bibin û puanan bi dest xin.
Wekî dî ji xwe ew werzîş dê bê wate bûya.
3.femînzm: Berî gişî divê ev bê fêmkirin ku femînzm ne çend jinên ku dixwazin hukim li mêran bike, ye. Lê femînizm  bi xwe hewldana  şkenandina civaka kevneşop e û avakirin û çêkirina wekhevî dadmendiyê di nav zayendan de.
Yanî femînizm ne tenê hewl dide ku wekheviyê ji bo jinê bîne lê ji bo zilaman jî dixwaze.
4. Symbolic Interactionism: Li civakê dinere wek ku organzmeyeke ji gelek pêkateyên biçûk pê hatiye, dinere.
Heger tu bibêjî "semolic" bo çi ye: ji ber her pêkahteyek bi awayekî dixwaze ji xwe re sembolekê çêke.
Heger em vegerin werzîşê  jî her tîmek sembolên wî yên taybet hene.






Sunday, December 1, 2013

Posi

Auguste Comte: feylesûfekî frensî ye ku bingeha civaknasiyê daniye û damezirînerê dîtaneya pozivitizmê ye.
Auguste Comte bawer dike ku civak di sê qonaxan re dibore. 
1. Qonaxa teolojîk: Qonaxa peşîn e ku mirov tê de bawer dike ku hemû bûyer û hawîrdor arasteyeke ji viyan û daxwaza çend xwedayan re, anku bi gotineke dî; mirovên dêrînî bawer dikirin ku hemû tiştên li derdora wan nîşaneyeke ji xwedê bandorê li jiyana wan dike.
2. Qonaxa metafîzîk: Qonaxa navberê ye ku ya pêşîn û dawîn di peresîna civakê de bi hev ve girê dide ku di serdema navîn ( 1300)  li Ewrupayê dest pê kir. Di vê serdemê de mirovan bawer dikir ku bûyerên li dinyayê pêk dihên encamên kiryarên mirovan in belê digotin ku xweda jî heye lê rasterast bandorê li jiyana wan nake.
Mînak: bawer dikirin ku gerrstêr bandorê li jiyana mirovî dikin di rêya astrolojiyê de.
3.Qonaxa zanistî: civak û dinyayê li ser bingehin zanistî şirove dikin 
Pozitivizm
Dîtaneya August Comte ku dibêje ku civak jî wek hemû zansitên dî xwedî rêbaz û qaîdeyin diyar in.